SERKEFTINA LI DIJÎ DAIŞÊ DI ROJNAMEYAN DE ÇAWA HAT DESTGIRTIN ?

Dawîanîna çekdarî ya DAIŞ’ê û serkeftina li dijî DAIŞ’ê bû manşêtên sereke ya rojnameyên Erebî.
Di rojnameyan de ev nûçe çawa hat destgirtin.. Em bi hev re temaşe bikin.

Ragihandina serkeftina Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê li dijî DAIŞ’ê bû manşêtên sereke yên rojnameyan.

Rojnameya Şerq El-Ewset bi serenava “DAIŞ têk çû.. Hevkar jî sozê didin şerê li djî beramhiyên bidomînin” belav kir.

Li gorî rojnameyê stratejiya hêzên Sûriya Demokratîk û Emerîkayê bi ser ketiye.

Gelek aliyên Rojavayî û Erebî Serkeftina QSD’ê weke serkeftineke dîrokî bi nav kirin.

EL-EREB: KURD BI PÊVAJOYEKE HESAS RE RÛBIRÛ NE.. DIVÊ TÊKILIYAN BI DERDORÊ RE BAŞ SAZ BIKIN

Serenava manşêta Rojnameya El-Ereb a Londnî jî balkêş bû..

“Têkîliya bi Şamê re karta Kurdan a li dijî gefên Enqereyê ye”

Li gorî rojnameyê Rêveberiya bakur û rojhilatê Sûrî, piştî dawîanîna çekdarî ya DAIŞ’ê bi pêvajoyeke hesas re rûbirû ye.

Piştî ragihandina serkeftina QSD’ê li dijî DAIŞ’ê, li pêş Kurdan gelek erkên din hene.

Kurd neçarin têkîliya bi derdorê re saz bikin, weke rejîma Sûrî û ji paş wê Rûsya, an jî Eneqere ku gefan li dijî Kurdan dixwe.

Lê ya herî girîng têkiliya bi Şamê re û vedîtina çareseriyekê ye.

EL-HEYAT: QSD BANG LI REJÎMÊ DIKE DA DIYALOGÊ HILBIJÊRE

Rojnameya El-Heyet jî nûçeya ragihandinda Serkeftina QSD’ê li dijî DAIŞ’ê bi serenava “Hêzên Sûriya Demokratîk têkçûna DAIŞ’ê radigihînin û bang li rejîma Sûrî dike ku diyalogê hilbijêre” derbas kir.

Leave a Reply

Back to top button