UNICEF: Li ser rêya koçberiyê 289 zarokan jiyana xwe ji dest dane

UNICEF’ê da zanîn ku îsal nêzî 289 zarok li ser rêya koçberiyê di Deryaya Spî de xeniqîne.

UNICEF’ê bi daxuyaniyekê got:

Îsal di dema hewldana derbasbûna bi rêya koçberiyê, ji bakurê Afrîkayê ber bi Ewropayê ve, li Deryaya Spî nêzî 289 zarok mirine.

Li gorî UNICEF’ê her hefteyekê nêzî 11 zarok di nava mirî û windahiyan de hebûn.

Di daxuyaniyê de UNICEF’ê got, ji Çileya 2023’an ve, nêzî 11 hezar û 600 zarok gihaştine beravên Îtalyayê.

UNICEF’ê diyar kir ku piraniya zarokan ji Afrîkayê û Rojhilata Navîn dihatin.

Her weha destnîşan kir ku ji 2018’an de, nêzî hezar û 500 zarok dema malbatên wan hewl dida Deryaya Spî derbas bikin, jiyana xwe ji dest daye.

IOM: Koçberên di nîva 2023’an de mirî ji tevahî salên 2018-2022’an bêtirin

Back to top button