Dewleta Îranê li dijî jinanên ku hîcab ne li serê wan be wê ceza bide

Rayedarên hikumeta Îranê ragehandin ku ji bo pêkanîna hicabê ewê li dijî jinan sîstemek nû ya çavdêriyê amade bikin û gorî wê çavdêriyê ceza li wan bibirin.

Berdevkê komîsyona daraz û hiqûqa parlamentoya komara Îslamê ya Îranê daxuyaniyek da û gefa cezayên giran li jinan xwar.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wê sîstemek bi navê sîstema çavdêriyê bi nav dikin bînin.

Dê tedbîrên li hemberî hîcaba bi zorê zêdetir bikin, jin û zarokên keç ên ku li gorî zagona hicaba bi zorê tevnegerin wê cezayên giran ji wan re werin dayîn.

Her wiha ji bo pêkanîna hicabê bi riya telefonê wê herkesî bi peyaman hişyar bikin.

Bi vê yekê re jî careke din derkete holê ku dewleta Îranê ji bo tepisandina serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serî li her cure rê û rêbazan dide.

Back to top button