Parlamentera HDP’ê a Êlihê ji bo meşa Gemlîkê ya li dijî tecrîdê bang kir

Parlamentera Partiya Demokratik a Gelan HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca ji bo meşa 6 Sibatê li dijî tecrîdê bang li her kesî kir û got: Beşdariyeke xurt a Meşa Gemlîkê girîng e.

Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Êlihê bi sernavê “Siyaseta Rêya 3’yemîn û Stratejiya Hilbijartinê” civîn li dar xist.

Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, rêveberên partiyên demokratîk û gelek welatî tev li civînê bûn.

Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca di civînê de axivî û îşaret bi girîngiya beşdariya meşa meşa Gemlikê ya dê di 6’ê sibatê de li dijî tecrîdkirina Rêber Apo dest pê bike kir û got: “Di şexsê birêz Abdullah Ocalan de hemû civak tê tecrîdkirin.

Du sal in em xeberê jê Ocalan nagirin. Heta ku deriyên Îmraliyê venebin, dê ne krîz û ne jî şer biqede.

Ji bo çareseriyê, ne hewce ye em pir biçin cihên dûr. Çareserî li Îmraliyê ye.”

Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca daxwaz kir ku her kes 6 Şibatê beşdarî meşa Gemlikê bibe.

Back to top button