Li Quneytirayê, aliyê Colanê yê Israîlî hat bombebarankirin

Rageşiya di navbera Israîl û komên Filistînê de gurtir dibe. Koma Lîwa El-Quds a Filîstînê ya li Sûriyê, duh bi moşekan êrişî nuqteyên Israîlê yên li Colanê kir. Artêşa Îsraîlê bi hinceta ku moşek ber bi “beşa dagirkirî” ya Colanê hatine avêtin, başûrê Sûriyê bombebaran kir.

Beriya çend rojan li mizgefta El-Eqsa di dema nimêjê de, hêzên ewlekariya Israîlê derdasî mizgeftê bûn û kesên ku nimêj dikirin bi darê zorê ji mizgeftê derxistin.

Dîmenên vê buyerê li ser mediya civakî hatin belavkirin û gelek beretek derketin.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku duh li parêzgeha Quneytira kesên nenas bi moşekan beşa di bin serweriya Israîlê ji Colan re, bombebaran kirin.

Koma Lîwa El-Quds a Filîstînê bi daxuyaniyekê êrişên li dijî nuqteyên Îsraîlê yên li Colanê girt ser xwe û got: “Ev êriş wekî bersiva êrişên li ser Mescid El Eqsa ne.”

Israîlê bi hewayî û bejahî êrişî başûrê Sûriyê kir

Berbanga vê sibê Balafirên şer û yên bê mirov yên Israîlê gelek navendên Hêzên Hikûmetê yên li Dera, Quneytira û Siwêdayê bombebaran kirin.

Her wiha Israîlê bi çekên giran gundewarê Quneytira û Derayê topbaran kir.

Wezareta Derve ya Şamê: pergala parastina hewayî hin moşek anîn xwarê

Wezareta Parastinê ya Hikûmeta Şamê ragihand ku pergala parastina hewayî hin moşek anî xwarê.

Wezaretê eşkere kir ku ber êrişên bejahî û hewayî ziyanên madî çêbûn.

Artêşa Israîlê: Em nahêlin tu kes serweriya xaka Israîlê bin pê bike

Artêşa Israîlê li ser mijarê daxuyaniyek da û diyar kir ku bersiv ji êrişa bi moşekan a duh ya li ser beşê desteserkirî yê herêma Colanê re hatiye dayin û wiha anî ziman.

“Em nahêlin ti kes serweriya xaka Israîlê bin pê bike.”

Derbarê ziyanên mirovî hîn tu agahî nehatine zelalkirin.

Piştî buyera El-Eqsa di navber Israîl û komên Filistînê alozî derket.

Pênşema borî ji başûrê Lubnanê bi moşekan Israîl hate bombebarankirin.

Artêşa Israîlê bersiva êrişê da û nuqeteyên tevgera El-Hemas a Filistîn yên li Lubnan û Xeza armanc-girt.

Back to top button