Kongreya Star a Rojava derbarê teqîna Libnanê de daxuyaniyek nivîskî da û hêviya pêkanîna aramî û aştiyê li Libnanê kir.
Koordînasyona Kongreya Star hevxemî û hevgirtina xwe bi gelê Libnanê re di vê rewşa zehmet de anî ziman û got:
Em weke gelên herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî ji ber ku me azarên şer kişandine, em bi êşa gelê Libnanê dihisin.
Em sersaxiyê ji malbatên qurbanan, gelê Libnan û hikumeta wê re dixwazin û şîfaya lezgîn ji birîndarên teqînê re hêvî dikin.
Koordînasyona Kongreya Star hêvî kir jî ku Libnan vê zehmetiyê bilez derbas bike, ewlehî û aramî pêk were û weke berê xurt vegere.