Dagirkeriya Tirk hê jî destekên leşkerî û lojistîk ji çeteyên xwe yên li Idlibê re dişîne û duh 15 maşîneyên din derbasî Idlibê kirin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku duh dewleta Tirk 15 maşêniyên leşkerî û alavên leşkerî û lojistîk, di dergeha Kefer losîn re derbasî Idlibê kirin.
Li gorî Çavdêriyê, heya niha hejmara maşîne û alavên leşkerî ku dewleta Tirk derbasî herêmê kirine, bûye zêdeyî 8 hezar 485î.
Her wiha zêdeyî 11 hezar û 500 leşkerên Tirk jî, derbasî Idlib û gundewarê Helebê kirine.