Hikumeta nû ya Îraqî hinek aliyan daxwaza bipaşxistina civîna parlamenê kir

Dihat payîn îşev parlamentoya Iraqê ji bo pejirandina hikumeta xwe ya nû bicive, lê ji ber Hevpeymana Fetih, Dewleta Yasa û komek parlamenterên Sayîrûn daxwaza bipaşxistina civîna parlamentoyê kir.

Parlamenterê hevpeymana Fetih, Mihemed Beldawî diyar kir ku wê sibe parlamentoya Iraqî ji bo erêkirina hikumeta nû bicive.

Li gorî Beldawî hîn jî lihevkirinek li ser dengdana meclisa wezîran çênebûye û nakokî li ser navê hinek wezîran heye.

Rêveberê komîteya Destpakî ya Parlamentoya Iraqê jî anî ziman ew ê bi ti awayî di civîna parlamentoyê de amade nebin.

Tê zanîn, herî dawî Mistefa Kazim ji bo avakirina hikumeta Iraqê hatibû erkdarkirin, lê bi qasî piştevanên Kazimî, dijberên wî jî hene.

Back to top button