LI KERKÛK Û HELEBCE JI BO ROJAVA ALÎKARÎ HAT KOMKIRIN

Komkirina alîkariyê li Başûrê Kurdistanê her roj zêde dibe.

Li bajarê Kerkûkê 7 barhilgirên mezin û zêdeyî 17 milyon dînarê Iraqê kom kirin û wê radestî Heyva Sor a Kurd were kirin.

Her wiha kampaniya alîkariyê ya li Helepeçeyê hatî destpêkirin îro bi dawî bû.

 

Li Kerkûkê bi silogana ‘Kerkûk ji bo Rojava li ser piyane’ kampanayayek alîkariyê hatibû destpêkirin bi dawî bû.

Rêveberên Kampaniya daxuyaniyek dan.

Daxuyanî li ser navê Rêbaz Sebah hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku di nava 10 rojan de 7 barhilgirên mezin,17 milyon û 361 hezar dînar jî hat komkirin.

Her wiha pêdiviyên rojane yên xwarin û vexwainê jî hat komkirin.

Rêbaz Sebah ragihandin ku alîkariya hatî komkirin wê radestî Heyva Sor a Kurd a li bajarê Silêmaniyê were kirin û got:

Em spasiya her kesî dikin ku be me re bûn alîkar da ku em vê alîkariyê ji bo Rojavayî kurdistanê kom bikin.

Her wiha li bajarê Helebçeyê ku nêzî hefteyeke dewam dikir îro bi dawî bû.

Alîkariya hatî komkirin wê ji Rojavayê Kurdistanê re were şandin.

Ji bajarên cuda yên Başûrê Kurdistanê û bajarê Helepçe berî niha jî 3 caran alîkarî hatibû şandin.

Leave a Reply

Back to top button