Endamê Konseya Rêveber a PKK Dûran Kalkan bi peyamekî beşdarvanên konferansa ‘Rabûna li ber modernîteya kapîtalîst’ silav kir û got: “PKK a ku xwe li ser bingeha paradîgmaya nû jinûve ava kiriye, pêşeng e ku perwerde û bi rêxistin dike.
Konferansa ‘Rabûna li ber modernîteya kapîtalîst’ ku bi dirûşma ‘Em cîhana xwe şûn de dixwazin’ û li ber fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, di roja 4’an de ye.
Endamê Konseya Rêveber a Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) Dûran Kalkan, ji konferansê re peyamek şand.
Dûran Kalkan li ser navê Rêber Apo û partiyê hemû beşdarên konferansê silav kir û got:
“Ez spasiya wan kesan dikim ku bi alîkariya gelê me hatiye, ku sed sal in di bin jenosîdê de maye û di vê dema dawî de erdhejeke mezin ser ve hatiye.”
Dûran Kalkan: Tevgera PKK’ê tevgereke şoreşger û rewşenbîr e
Di peyama Endamê Konseya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan ev tişt hatin gotin: Bê şik, rast e ku hişmendiya sosyalîst a demokratîk ji derve ve ji civakan re tê dayîn, hişmendî û rêxistinbûna civakî ne jiberxwe ye.
Diyalektîka dîrokî-civakî nîşanî me dide ku rastî ev e.
Bê şik rewşenbîrên şoreşger vê wezîfeya hişyarkirinê pêk tînin.
Tevgera PKK’ê tevgereke şoreşgerî ye, tevgereke azadiyê ye ku ji sala 1973’an û vir ve weke tevgereke rewşenbîr-ciwanî derketiye holê û di şeklê partiyeke pêşeng de xwe bi cih kiriye.”
“Bi guherîna paradîgmayê re aliyê teorîk-îdeolojîk derket pêş”
Dûran Kalkan diyar kir bi guherîna paradîgmaya ku di nava têkoşîna li dijî Komploya Navneteweyî de pêk hat, ev rastî bi awayek hîn zelaltir derket holê û wiha got:
“Êdî armanca PKK’ê ya dewlet û desthilatdariyê qediya.
PKK veguherî partiyek a li ser esasê azadiya jinê, ekolojî û civaka demokratîk.
Piştre aliyê wê yê fikir, teorîk-teolojîk hîn zêdetir derket pêş.
Li gorî paradîgmaya berê, aliyê partîbûna pêşeng her çendî hinekî perwerde û rêxistinbûnê digire nava xwe jî, di esasê xwe de aliyê rêveberiya siyasî û leşkerî digirt nava xwe.”
Endamê Konseya Rêveber a PKK Dûran Kalkan di dawiyê de anî ziman bi paradîgmaya nû re ev yek hîn zêdetir veguherî pir perwerdekirin û rêxistinkirinê û got: “PKK weke paradîgmayî guhertina xwe ya ji kokê, bi pêşengiyê pêk anî.