HPG’ê: Li Zap û Metîna 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Gerîlayan li herêmên Zap û Metîna li hêzên artêşa Tirk ya dagirker xistin.
HPG’ê diyar kir di encama çalakiyan de 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin.
Her wiha dewleta dagirker bi çekên kîmyewî qadên gerîla bombebaran kirin.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çalakiyên gerîlayan de daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî parve kir;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de 25’ê Îlonê li qadên Sîda û Çemço yên girêdayî herêma Zapê di encama çalakiyên tîmên bi tevger yên bi çekên giran û rêbaza sabotajê de derb li hêzên dagirker hate xistin.

Di encama çalakiya hêzên YJA Starê de li qada Çemço dagirkerek hate kuştin.

Dîsa heman rojê li Qada Sîda bi rêbaza sabatojê li dagirkeran hate xistin ku hewl didan çeperên şer yên li Şehîd Felat bi çekên kîmyewî bombebaran bikin.

Di encama vê çalakiyê de çeka kîmyewî a dagirkeran ku ji bo bombebaranê amadekiribûn hate rûxandin.

Dîsa 25’ê Îlonê hêzên destwerdan li helîkopteran kirin ku dixwestin li Qadên Saca, Çemço û Karker dagirkeran daynin û bombebaran bikin.

Li ser vê destwerdanê helîkopter neçar man ji qadê dûr bikevin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Savaş Mereş a Cenga Xabûrê de 25’ê Îlonê li Girê Amediyê di encama çalakiya bi rêbaza sekvaniyê ya tîmên bi tevger de dagirkerek hate kuştin.

HPG’ê: Artêşa Tirk a dagirker 6 caran bi çekên kîmyewî qadên Gerîla bombebaran kirin

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir artêşa Tirk a dagirker 6 caran bi çekên kîmyewî, 11 caran bi balafirên şer, 52 caran bi helîkopteran û bi dehan caran jî bi obus û hawanan qadên gerîla bombebarankirin.

Back to top button