KNK: Divê gelê Ermen li ber vê hikumeta xayîn rabe

Konseya Rêvebir a KNK’ê diyar kir îstixbarata Ermenistanê bi vê kiryara xwe ya qirêj, bûye weke şaxekê MÎT’ê. Divê gelê Ermen li ber vê hikûmeta xayîn rabe.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) derbarê teslîmkirina du şervanên Kurd ji aliyê hikumeta Ermenistanê ve ji bo dewleta Tirk şermezar kir.

KNK’ê bibîr xist, şervanên Kurd Leheng û Elîşêr ku di tebaxa 2021’an ji aliyê hêzên Ermenistanê de hatin girtin, pêwîst bû ku bihatana berdan lê îstixbarata Ermenistanê ji zindanê derxistin û birin cihekî nediyar û wiha got,

“Piştî vê rewşê, rêxistin û kesayetên Kurd û dostên Kurdan, ketin nava tevgerê ku bi aqûbeta van şervanan bizanin û wan azad bikin.

Hingê rewşa Leheng û Elîşêr, kete rojeva KNKê jî. Em jî weke KNK, ketin nava danûstandinan û me xwest ev şervan bên azadkirin.

Rayedarên Ermenistanê, bi rêya hinek kesan agahiyên nerast belavkirin û xwestin rê li ber dostan bidin windakirin. Ji ber van sedeman lêgerîna me bê encam ma.

Paşê derket holê ku hikûmeta Paşînyan bi dewleta Tirk re têkiliyên qirêj danîne, li ser van şervanan bazariyên neexlaqî û nemirovane kirine û ew radestê MÎT’a Tirk kirine.”

KNK’ê destnîşankir ku îstixbarata Ermenistanê bi vê kiryara xwe ya qirêj, bûye weke şaxekê MÎT’ê û wiha dewam kir,

Bi vê helwesta xwe ya kirêt û bêexlaq, hikûmeta Paşînyan li gelê Kurd, li gelê Ermen û li nirxên mirovahiyê xiyanet kiriye.

Her wiha hikûmeta Paşînyan bi vê helwestê, jenosîda li ser gelê Ermen erê kiriye û bûye hevkarê êrîşkar û dagirkerên Qerebaxê jî.

Di heman demê de ev helwest, hewildana xerakirina pira dostanîyê ya di navbera gelên Kurd û Ermen de ye.”

KNK’ê di dawiyê de bang li gelê Ermen kir ku li ber vê hikûmeta xayîn rabin û desthilata Ermenistanê ji xayînan paqij bikin.

HPG’ê: Ermenîstanê gerîlayên me Leheng û Elî şêr radestî dewleta Tirk kir

Back to top button