HPG’ê: Ermenîstanê gerîlayên me Leheng û Elî şêr radestî dewleta Tirk kir

Îro HPG’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ev her du gerîlayên bi navê Leheng û Elîşêr Ermenistanê mehek berê teslîmî dewleta Tirk kirin.
HPG’ê diyar kir ev yek jî ji bo Ermenistanê şermeke mezin e û binpêkirina qanûnên navnetewî û hiqûqê ye.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê du gerîlayên ku Ermenîstanê teslîmî dewleta Tirk kirine, daxuyaniyek nivîskî weşand.

HPG’ê derbarê mijarê de ev agahî dan:

“Di Tebaxa 2021’an de hevalên me Leheng û Elîşêr li nêzî sînorê Ermenistanê li ser peywira xwe bûn û rastî hêzên dewleta Ermenistanê hatine.

Ji bo ku rewşeke neyînî pêk neyê hevalên me hesas tevgeriyane lê piştre hevalên me hatine girtin.

Derbarê hevalê me doz hatine vekirin û hevalên me di warê hiqûqê de têkoşiyane û di 23’ê Sibata 2022’an de Dadgeha Temyîzê ya Ermenistanê derbarê wan biryara berdanê daye.

Hevalên me ji dêvila ku li gorî qanûnên hiqûqa navneteweyî û ya dewleta Ermenistanê divê werin berdan, ji aliyê îstîxbarata Ermenistanê hatine revandin.

Di encama hewldanan de soz hatiye dayîn wê hevalên me werin berdan lê mehek berê hevalên me Leheng û Elîşêr ji aliyê dewleta Ermenistanê teslîmî dewleta Tirk hatine kirin.”

HPG’ê: Ji bo Ermenistanê şermeke mezin e ku 2 gerîlayên me teslîmî dewleta Tirk kiriye

HPG’ê destnîşan kir ku Dewleta Ermenistanê bi vê bûyerê him qanûnên navneteweyî û him jî hiqûqa xwe ya fermî bin pê kiriye û wiha got:

“Ev hevalên me yên şoreşgerên Kurdistanê ji bo parastina hebûna gelê xwe û pêkanîna azadiyê têdikoşin.

Ji bo Ermenistanê şermeke mezin e ku ev hevalên me teslîmî dewleta Tirk a dagirker kiriye.

Lê medyaya şerê taybet a dewleta Tirk ev bûyer wekî operasyoneke MÎT’ê ya serkeftî pêşkêş kiriye.”

Back to top button