Serhildanên li Kurdistan û Îranê didome 50 kesan jiyana xwe ji dest dane

Li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê tevî birrîna xeta înternetê û hewldanên çewisandinê jî serhildanên gelan di roja 6’an de li dijî kuştina jina Kurd Jîna Emînî berdewam dikin.

Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê piştî kuştina Jîna Amînî ya ji aliyê hêzên rejima Îranê ve serhildanan gelan dewam dike.

Tevî binçavkirin, girtin û êrişan jî gel li qadan e û li ber xwe dide.

Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê ragihand ku heta niha di xwepêşandanên seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê de 50 kes hatine kuştin û gelek kes jî birîndar û girtîne.

Herwiha rejîma Îranê hemû xetên înternetê jî qût kiriye

Li gorî hin çavkaniyên gel bajarê Şino ji hêzên Îranê paqijkirine.

Dîmenê balafirek Îranê jî ku li ser Şino yê digere hate parvekirin

Li Bokanê hêzên Îranê rasterast malên welatiyan gulebaran kirin.

Di çalakiyan de bê navber dirûşmên azadî tên qîrkirin.

Li Tehranê hêzên rejimê nekarî çalakiyên gel rawestîne, hêjmara xwepêşandêran her ku diçe zêdetir dibe.

Li bajarê Reştê û Kerecê jî ciwan bi dirûşma “Bimre dîktator” li qada bûn.

Li bajarê Reştê jî hêzên rejimê bi çekan êrişî gel kirin.

Li BenderEbasê jî di navbera gel û hêzên rejimê de pevçûn hebûn.

Li Tebrîzê jî gel bi pêşengiya jinan bi dûrûşma “Bimre dîktator” li qadan bûn.

Li bajarê Qum xwepêşandêran bi molotofê êrişî hêzên rejimê kir.

Li gorî dîmenên ku hatine parvekirin hêzên rejimê bi keleşînkofê xwepêşandêran hedef digre.

Li bajarê Şîrazê jî gel bi dûrûşma “Bimre dîktator” li qadan bûn.

Di xwepêşandêrên ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de rû didin jinan li gelek qadan lacikên xwe avêtin û pêşengtî kirin.

Di çalakiyên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de heta niha herî kêm 50 kes hatine kuştin

Back to top button