Li Kobanê cenazeyên şehîdan Sînan Mihemed û Osman Mehmûd bi merasîmkê hatin xirkirin.
Endamê Asayîşê Sînan Mihemed û şervanê Hêzên xweparastinê Osman Mehmûd dema li ser erka xwe bûn şehîd bûn.
Îro bi sedan ji şêniyên Kobanê û herêma Firatê bi merasîmekê li goristana Şehîd Dicle cenazeyên şehîdan oxirkirin.
Di merasîmê de, Hevserokê Meclisa Rêveber ya Herêma Firatê Mihemed Şahîn axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.
Mihemd Şahîn diyar kir ku divê gelê herêmê bi her awayî xwedî li destkeftiyên şehîdan derkevin û biparêzin.
Ji Rêveberên Asayîşê ya bajarê Minbicê Ezîz Hemada jî axivî û soz berdewamiya riya şehîdan da.
Piştî axaftinan, wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbatan hate kirin.
Di dawiyê de, cenazeyên şehîdan bi dirûşme û tilîliyan hatin oxirkirin.