Beşeke nû ya penaberên Iraqî ji kampa Holê derket

150 Malbatên din yên Penaber ji Kampa holê hatin derxistin û ber bi Îraqê ve hatin şandin.

Rêveberiya Kampa Holê Beşeke nû ji malbatên Iraqê ku ji 700 kesan pêk tê, ber bi Îraqê ve bi rê kirin.

Derketina beşa nû ya penaberan bi parastineke ewlehî ya xurt pêk hat.

Derketina van penaberên Iraqî, ji kampa Holê di çarçoveya koordînaya navbera Rêveberiya Xweser, Komîteya Koçber û Penaberan a Meclisa Nûneran a Iraqê de pêk hat.

Li gorî ajansê ANHA’ê, dê 700 penaber berê xwe bidin Kampa Ceda ya li parêzgeha Nînovayê ya Iraqê.

Back to top button