QSD’ê nasnameya serçeteyekî DAIŞ’ê yê xeternak eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê nasnameya serçeteyê DAIŞ’ê yê hatiye girtin eşkere kir.

Navenda Ragihandina QSD’ê da zanîn ku hêzên wan li tevahî heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi ser şaneyên DAIŞ’ê de digirin û got:

Demek berê hêzên me yên Taybet YAT’ê li Reqayê operasyoneke Ewlehiyê li darxist.

Di operasyonê de serçeteyekî xeternak ji rêxistina DAIŞ’ê yê bi navê Mihemed Sexir El Bekir “Xalid El Şamî” hat girtin.

QSD: Serçete Mihemed Bekir beşdarî êrişa li dijî girtîgeha Sîna bûbû

QSD anî ziman ku nasnameya çete hate naskirin ku ew cîgirê qaşo fermandarê leşkerî ya wîlayeta Şam ya DAIŞ’ê bû.

Çileya 2022’an weke serçeteyê operasyona terorîst beşdarî êrişa li dijî girtîgeha Sîna ya Hesekê bû.

Li kêlek wê jî; yek ji berpirsên bingehîn ên danîna planên êrişkar ên rêxistina terorîst li Sûriyê, bi taybet li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû.

Dawiyê QSD tekez kir ku dê operasyonên li dijî şaneyên terorîst dewam bikin heta ewlehî û îstîqrara li herêmên pêk bînin.

Back to top button