Dewleta Tirk gundên Şehbayê topbaran kir

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe careke gundên Şehbayê topbaran kirin.

Dewleta Tirk û çeteyên wê gundên Til Zioyan, El-Şealê û Til Enib ên Şehbayê topbaran kir.

Di derbarê encama topbaranê de agahiyên zelal nehat bidestxistin.

Asayîş’ê mayinek li Minbicê bê bandor kirin

Li aliyekî din Hêzên Asayîşê mayinek li ser riya gundê Kabirîcê yê başûrê Minbicê bêbandor kirin.

Asayîş’ê bang li welatiyan kir ku tiştên gumanbar dîtin agahiyê bidin aliyên pêwendîdar.

Back to top button