Meclisa Malbatên Şehîdan li Dêrikê: Armanca dewleta Tirk têkbirina îradeya gelê Kurd e

Meclisa Malbatên Şehîdan yên li Dêrikê û Tirbespiyê, endamên jin ên Meclisa Rêveber a Herêma Firatê û jinên Dêra Zorê bi daxuyaniyên cuda, êrîşa li ser avahiya HDP’ê û qetilkirina xebatkara HDP’ê Deniz Poyroz şermezar kir.
Hat diyar kirin armanca êrîşan têkbirina îradeya gelê Kurd e û bang li raya giştî ya navnetewî hat kirin ku li dijî van êrîşan bêdeng nemînin. 

Derbarê êrîşa faîşît a li ser avahiya HDP’ê li Izmîr û qetilkirina xebatkara HDP’ê Deniz Poyraz, gelek sazî li Bakurê Rojhilatê Sûriyê daxuyanî dan û êrîş şermezar kirin.

Meclisa Malbatên Şehîdan li Dêrikê bi daxuyaniyekê ev êrîş şermezar kir û diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji vê yekê têkbirina îradeya gelê kurd ê têkoşer e.

Meclisê anî ziman ku Dewleta Tirk bi van êrîşan ji gelê Kurd û jina têkoşer re dide diayrkirin ku ew hebûna gelê Kurd bi hemû awayan red dike.

Meclisa Malbatên Şehîdan li Tirbespiyê jî bûyera kuştina Deniz Poyraz şermezar kir û destnîşan kir ku bi armancgitina jinan, Dewleta Tirk dixwaze îradeya gelê Kurd têk bibe.

Meclisê bang li gelê Kurd kir ku dijî dagikeriya Tirk serî hildin.

“Kuştina Deniz Poyraz asta tundiya dijî jinê li Tirkiyê nîşan dide”

Li Herêma Firatê jî, endamên jin ên Meclisa Rêveber bi daxuayniyekê, bûyera şehîdxistina Deniz Poyraz şermezar kir û bang li rêxistinên hiquqî kir ku bi erka xwe rabin û mafên mrovan biparêzin.

Endamên jin ên meclisê teqez kir ku binpêkirina mafên mirovan û bi taybet yên jinê li Tirkiyê bi serkêşiya Erdogan di salên dawî pir zêde bûne û da xuyakirin ku bûyera kuştina Deniz ji rêzesûcên dewleta Tirk ên dijî mirovan in û û ev yek jî asta tundiya dijî jinê li Tirkiyê nîşan dide.

Jinên Dêra Zorê qetilkirina Deniz Poyraz şermezar kirin

Jinên Dêra Zorê jî bi daxuayniykê êrîşa dijî Avahiya HDP’ê û şehîdxistina xebtakara HDP’ê şermezar kir û bang li civaka navneteweyî kir ku derbarê binpêkirinên Dewleta Tirk ji mafên mirovan re bi erka xwe rabe û gavên cidî biavêje.

Back to top button