“Tecrîda li Îmraliyê divê rojeva me ya sereke be”

Parlamenterê Mûşê yê ji Partiya Çepên Kesk Sezaî Temellî jî got:
“Raya giştî ya Tirkiyeyê bi xemsarî nêzî mijarê tecrîdê dibe.”

Sezaî Temellî diyar kir ku tecrîd divê ji aliyê her kesî ve bê nirxandin û got:

Bi axaftina Merdan Yanardag re tecrîd careke din kete rojeva raya giştî ya Tirkiyeyê.

Raya giştî ya Tirkiyeyê gelekî bi xemsarî nêzî vê mijarê dibe.

Divê Raya giştî vê mijarê teqez nîqaş bike.

Temellî balkişand ser şert û mercên dijwar ên tecrîdê û got :

”Mirovek heye 24 sal in di nava şert û mercên tecrîdê de ye.

Bi her awayî ji mafê xwe bêpare ..

Ji bo dawî li talankirina mafên mirovan bê anîn divê her kes êdî bi înîsiyatîf tevbigere. ”

Temellî di dawî de ev bang kir:

Divê hiqûqnas, rêxistinên mafên mirovan ji bo bidawîkirina tecrîdê dengê xwe bilind bikin .

Back to top button