”Em ê destûrê nedin qanûna efûkirina tecawizê”

Mclisa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan diyar kirin ku ew ê li hemberî qanûna înfazê têbikoşin û nehêlin ev qanûn were qebûlkirin.

Meclîsa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan derbarê amadekirina qanûna efûkirina tecawizê û qanûna înfazê daxuyanike dan.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku bi qanûna înfazê re girtiyên siyasî nehatine berdan lê mêrên ku li dijî jinan sûc kirine tên efûkirin.

Bi şertê zewacê berdana van kesên îstîsmar kirine, ev tê wateya ku wê dîsa li ser zarokan û jin îstîsmar were kirin û jiyana wan tijî tundî be.

Dawiya daxuyaniyê de hat gotin, wê jin li hemberî van qanûnan têbikoşin û nehêlin ku ev qanûn were qebûlkirin.

Back to top button