Li Parîs û Swîsreyê ciwan tecrîd şermezar kirin

Li bajarê Parîs û Bîelê yê bajarekê Swîsreyê di pêşengtiya ciwanên şoreşger de kurdistanî û dostên wan li dijî tecrîdê daketin qadan û gefên li dijî Rêber Apo şermezar kirin.

Ciwanan li dijî nameyên gefxarinê ji bo Rêber Apo hatine şandin meşiyan û gotin:

“CPT û Konseya Ewropayê, Neteweyên Yekbûyî û saziyên mîna wan, dengê xwe nakin, tu bertekê nîşan nadin û dihêlin faşîzma Tirk bi pêş ve biçe.

Nameyên gefxwarinê ku ji Rêber Apo re hatine şandin, divê em ciwanên Kurd wek rewşeke asayî nebînin.”

Di dawiya çalakiyê de ji bo ciwanên kurdistanê yên li ewropayê banga seferberiya çalakiyan hate kirin.

Li bajarê Bîelê yê Swîsreyê jî ciwanên şoreşger bi heman armancê daketin qadan.

Ciwan ji Bîel Bahnhofplatzê heta bi Zentralplatzê meşiyan.

Di daxuyaniyê de ku li ser navê rêxistinên ciwanan hat dayîn, wiha hat gotin:

”Gelê me û hêzên me, di mijara tenduristî û ewlehiya Rêber Apo de hesas in.

Me bang ew e ku ta agahî ji Rêber Apo bê girtin têkoşîn geş bibe.

Back to top button