Li 28 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 165 kes hatin binçavkirin

Rejima faşîst a dewleta Tirk êrişên xwe yên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd bê navber didomîne.
Polîstên dewleta Tirk a faşîst îro li gelek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi ser malan de girtin.
Hate ragihandin Dayîkên Aştiyê û çalakvanên nobeta edaletê jî navê de 165 kes hatine binçavkirin.

Dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê êrişên qirkirinê yên pir alî roj bi roj zêde dike.

Îro di saetên serê sibê de polîsên dewleta Tirk li bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi ser gelek malan de girtin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamya êrişên qirkirinê li 28 baran pêk hatine.

Hate ragihandin di encama êrişan de Dayikên Aştiyê, çalakvanên nobeta edaletê, endamên DEM Partî, endamên komeleyên jinan jî di nav de bi giştî 165 kes hatin binçavkirin.

Hate diyarkirin kesên ku hatine binçavkirin birine mudiriyetên polîsan yên li wan bajaran.

Wezîrê Karên Hundir ê Dewleta Tirk Alî Yerlîkaya têkildarî operasyonên qirkirinê daxuyanî da û ragihand ku li 28 bajaran bi ser malan de hatiye girtin û 165 kes hatine binçavkirin.

13’ê mehê jî bi idiaya “Xebatên rêxistinê û astengkirina çavkaniyên fînansê” polîsên dewleta Tirk li 32 bajaran bi ser gelek malan de girtin, di encama serdegertinan de 113 kes hatin binçavkirin.

Heman rojê Serokê rejima faşîst Erdogan kabîneya xwe ya şer kom kir û careke din bîryara êrişên nû ên qirkirinê yên li dijî Bakur, başûr û rojavayê Kurdistanê hate girtin.

Back to top button