Komîteya Hundirîn a Reqayê bidawîbûna qedexeya derketina derve ya beşî a li ser bajêr û gundewarê wê ragihand.
Piştî sepandina ewlehiyê li bajêr, Komîteya Hundirîn a Reqayê îro bi biryareke qedexeya derketina derve ya beşî bi dawî kir.
Ku ev priyar piştî êrişa çeteyên DAIŞ`ê li dijî navendeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajêr, hatibû ferzkirin.
Komîteyê 26’ê Kanûna borî de piştî çend saetan li ser êrişê qedexeya derketina derve ya giştî ragihandibû.
Her wiha 30’yê heman mehê qedexeya derketinê ya beşî ragihand.