Li Srî Lanka bi deh-hezaran xwepêşandêr daketin qadan

Li Srî Lankayê ya ku krîza aborî lê heye, bi deh-hezaran kes daketin qadan.
Xwepêşandêr bi ser qesra Serokê Dewletê Gotabaya Rajapaksa de girtin.

Xwepêşandêrên ji çar aliyên welêt, bi mehan e birêvebirina ne baş a krîza aboriyê protesto dikin.

Vê carê xwepêşandêr bi daxwaza îstifa kirina Rajapaksa ber bi Kolomboyê ve meşiyan.

Xwepêşandêrên çûn cihê avahiyên hikûmetê lê ne.

Piştî derbaskirina bendên pêlîsan xwe gihandin Koşka Serokê welat.

Polîsan, ji bo pêşiya ketinê bigirin, gule berdan hewayê, gazên rondikrêj reşandin, lê bi qismek ji qerebalixê kete hundir.

Rayedarekî leşkerî yê li ser mijarê agahî da got:

“Serok li cihekî ewle ye.”

Û hat diyarkirin ku serokê dewletê hêj jî ji aliyê yekîneyeke leşkerî ve tê parastin.

Li gorî agahiyên di çapemeniya cîhanê de hatine weşandin bêtirî 39 kesan birîndar bûne.

Piştî van zextan Serokwezîr Ranil Wickremesinghe, banga civîneke lezgîn li partiyên siyasî kir.

Xelkê serîhildêr, Serokê Dewletê ji krîza heyî berpirs dibîne.

Back to top button