Jinên Minbicê bi daxuyaniyekê şehîdên Helincê bi bîranîn

Li Minbicê, jî jinan şehîdên komkujiya Helincê ya Kobanê bi bibîranîn. Bang li raya giştî ya navnetewî hate kirin ku li dijî êrîşên dewleta Tirk yên li ser herêmê bê deng nemînin.

Bi diruşma ” Bi berxwedana jinan emê serkeftinê pêkbînin û Sûriyeke Demokratîk ava bikin” jinên Minbicê bi daxuyaniyekê şehîdên komkujiya Helincê bi bibîranîn.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku dewleta Tirk li pêş jinan xeteriyeke mezin e, ji ber ku di her warî de tim jin xwe isbat dike.

Hat gotin di rêya jinên mîna Hevrîn, Zehra, Hebûn û Emîna ew ê azadiyê pêkbînin.

Her wiha kuştina endama HDP’ê Denîz Poyraz ji aliyê dewleta Tirk ve hate şermezar kirin.

Di dawiyê de Jinên Mibicê bang li dewletên navnetewî û rêxistinên mafê mirovan kirin ku sînorekî ji kiryarên dewleta Tirk yên li dijî jinan, deynin.

Weaving for life wê sibe panela xwe ya yekem li ser online li darbixe

Di salvegera komkujiya Helincê a Kobanê de wê sibê panela navneteweyî bê lidarxistin.

Weaving for Life – kampanya têkoşîna li dijî qirkirina siyasî ya jinan, wê sibe panela xwe ya yekem li ser online li dar bixe.

Di panelê de wê hem armacên kampanyayê bên parvekirin û hem jî di asta cîhanê de sûîqastên ku li ser jinan pêk hatine wê tablo bê derxistin.

Di panelê de wê bi zimanê Kurdî, Erebî, Îngilîzî û Îspanyolî were axaftin.

Kampanya di rojeke dîrokî ku yekemîn salvegera qetlîama gundê Helîncê yê girêdayî Kobanê, panela yekemîn, dê destpê bike.

Back to top button