
Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê bi hevkariya Şîrketa Zagros a rêyan, amadekariya qîrkirina rêya Embara ya navneteweyî dike.
Yekîneyên Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê bi hevkariya Şîrketa Zagros xebatên înşaetê yên rêya Embara ya navneteweyî a bi dirêjahiya 10 km, bi dawî kir.
Niha jî amadekariyên qîrkirinê tên kirin, ku dê çend rojên din dest pê bike.
Berpirsê projeyê Xelîl Yûsif dabû zanîn ku proje dê meha Hezîranê bi dawî bibe û rê bikeve xizmetê.