Rêya Embara dê di meha Hezîranê de bikeve xizmetê

Desteya Rêveberiya Xwecih û Jîngehê di Nîsana 2022’yan de projeyeke dabû destpêkirin.
Rêya Embara ya li rojavayê bajarê Qamişloyê amadedikin.
Rêya Embara wek alternatîfa rêya Elî Fero ye ku bajarê Qamişlo bi rêya M4 girê dide.
Xebatên çêkirina rêyê ji sedî 99 bi dawî bûye û dê di Hezîrana bê de bikeve xizmetê.

Dirêjaiya rêya Embara 10 kîlomtre û 300 mître ye û firehiya wê 13 metre ye.

Şîrketa Giştî ya Rêyan a Zagros çavdêriya projeyê dike.

Biryar bû proje di nava 6 mehan de bidawî biba..

Lê ji ber rewşa hewayî, pirsgirêkên di alavan de, proje di dema xwe de pêk nehat.

Gerînendeyê projeyê Xelîl Yûsif dibêje:

“Proje ji sedî 99 bi dawî bûye..

Xebatên reşandina kevirên hûr dê di hefteya bê de bi temam bibe.

Dê di navîna meha Gulana em ê dest bi qîrkrina rê bikin..

Bi lêçûna 224 hezar û 250 dolarî dê 17 hezar û 250 mîtredam qîr were danîn.

Tê payîn ku dê di meha Hezîranê de rê bikeve xizmetê.”

Back to top button