Ji sedî 85 projeya rêya Embara-M4 temam bûye

Werşeyên pispor bi rêjeya ji sedî 85 projeya amadekirina rêya Embare-M4 temam kirine.
Xebatên werşeyan berdewam in..
Çaverêye ku beriya biharê xebat bi dawî bibin û dest bi ziftkirinê were kirin.

Di Nîsana 2022`yan de dest bi projeya amadekirina rêya Embare-M4 ya rojavayê Qamişlo kir.

Ev proje ji aliyê Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê hat destpêkirin..

Desteyê li şûna rêya Elî Firû ya ku Qamişlo bi rêya M4 ve girê dide, ev proje xiste plansaziya xwe.

Li gorî gerînendeyê projeyê Xelîl Yusif dirêjahiya rê 10 kîlometre, bi penahiya 13 metre ye.

Yusif da zanîn ku xebatên vekirina rê, kolandin û tijîkirina wê bi bermahiyan û kevirê şikandî di pêvajoya dawîn de ye..

Heta niha me 8 kîlometre ji rê amade kiriye.

Xebatên me heta temamkirina beşa mayî berdewam e.

Çaverêye ku beriya biharê xebat bi dawî bibin û dest bi ziftkirinê were kirin.

Back to top button