Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat bi van gotinan komploya navneteweyî û tecrîda li dijî Rêber APO dinirxîne.
Besê Hozat daxuyaniya Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî nirxand ku xwestibû tecrîd bê bidawîkirin û got, “gelê Kurd li şûna gotinan êdî gaveke şênber dixwaze.”
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat di bernameya taybeta a Medya Haberê de mijarên di rojevê de nirxand.
Besê Hozat destpêkê li ser komploya navneteweyî û tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Ocalan sekinî û bi bîrxist ku tecrîd 24 sale berdewam dike.
“Li dijî tecrîdê 24 salin têkoşîn tê dayîn, ev têkoşîn tevger gelek mezin û xurt kir,
Tevger herêmî û gerdûnî bû.
Têkoşîn hişt ku planên hêzên komploger têkbiçe.
Hêzên navneteweyî, rejîmên li herêmê divê tevgerê li ber çavan bigrin konsept û polîtîkayên xwe li gor wê diyar bikin.”
Besê Hozat: Tecrîda li Îmraliyê berdewamiya komployê ye
Besê Hozat diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê weke berdewama komployê tê meşandin.
“Pêwîste ev pergala tecrîd û îşkenceya li Îmraliyê bê şikandin..
Ev rewş li dijî hiqûqa mafê mirovan a gerdûnî û sûcekî mirovahiyê ye
Divê hêzên pêşketî û Konseya Ewropa nebin şîrikê vê sûcê
Divê Neteweyên Yekbûyî li qirkirina kurdan temaşe neke û nebe parçeyek ji vê sûcî
Besê Hozat: Gelê Kurd li benda gavên şênberin
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’êdaxuyaniya Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî nirxand ku xwestibû tecrîd bê bidawîkirin û got:
“Em êdî ne gotinê, lê belê pratîkê dixwazin.
Ev gel gotinê naxwaze, pratîkê dixwaze, helwestê dixwaze.
Gaveke şênber dixwaze
Li hember komplo û tecrîdê jî Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê banga bilindkirina û mezinkirina têkoşîne kir.
Besê Hozat: Çalakiyên heyî girîngin, lê netêrkerin
Çalakiya parlamenterên HDP’ê, çalakiyên li Rojava û yên li Ewropa gelek girîngin
Lê netêrkerin.
15’ê Sibatê nêzîk dibe. Em dikevin meha Sibatê.
Li dijî komploya navneteweyî çalakiyên şermezarkirinê yên li Kurdistanê û derveyî welat divê gelekî bi heybet bêne lidarxistin.
Divê em sala 2023’an teqez bikin sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Çalakî divê bi vî rengî bêne lidarxistin.”