KCK: 1’ê Gulanê tê wateya berxwedan û têkoşînê

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya 1’ê Gulanê bang li her kesî kir ku piştgiriyê bidin Tifaqa Ked û Azadiyê û Partiya Çepên Kesk.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya 1’ê Gulanê daxuyaniyek da.

KCK’ê 1’ê Gulanê roja ked, hevgirtin û têkoşînê di serî de li çîna karkeran ya hemû gel, jin û bindestan pîroz kir û got:

1’ê Gulanê bi berdêlên mezin û di encama têkoşînê de pêk hatiye. Di vî warî de 1’ê Gulanê hem cejna karker, kedkar û bindestan e, hem jî tê wateya berxwedan û têkoşînê.

Îdealên di 1’ê Gulanê de, ku lêgerîna wekhevî û azadiya çîna karker, kedkar, jin û gelên bindest îfade dike, îro wateya xwe winda nekiriye.”

KCK’ê balkişand li ser taybetmendiyên 1’ê Gulanê û wiha domand:

“Taybetmendiya herî girîng a 1’ê Gulanê pêşxistina yekîtî û hevgirtinê ye û bindest encax bi yekîtî û hevgirtinê wê di têkoşîna li dijî mêtingeriyê de bi ser bikevin.

Tevgera me bi hişmendiya têkoşîna hevpar girîngiyê dide yekîtiya gelên Rojhilata Navîn, bi taybetî jî hevgirtina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û têkoşîna gelên Tirkiyeyê û çîna karkeran.

Tifaqa Ked û Azadiyê ya ku ji aliyê gelê Kurd û hêzên şoreşger û demokratîk ên Tirkiyeyê ve hatiye avakirin, ji bo yekîtî û hevgirtinê gaveke gelekî girîng e.

Di demeke ku Tirkiye di pêvajoyeke girîng a hilbijartinê re derbas dibe, gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê weke tifaqa Ked û Azadiyê li dijî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bûne yek.

Di vî warî de divê her kesê alîgirê demokrasî, azadî, wekhevî û edaletê ye, ji bo ku Tifaqa Ked û Azadiyê û Partiya Çepên Kesk di hilbijartinan de xwedî hêzeke xurt bin, têbikoşin.”

KCK’ê di dawî de bang li hemû kesî kir ku bi boş 1’ê Gulanê pêşwazî bikin û di hilbijartinan de piştgiriyê bidin Tifaqa Ked û Azadiyê û Partiya Çepên Kesk û da ku tifaqa AKP û MHP’ê were hilweşandin.

Banga beşdarbûma pîrozbahiyên 1’ê Gulanê

Back to top button