Zubeyîr Aydar: Her kes divê dengê xwe bide partiya Çepên Kesk

Dengdana li derveyî welat a ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê yên li Tirkiyeyê di 27’ê Nîsanê de destpê kir. Di roja destpêkê ya dengdayînê de bi taybet li Elmanya û Fransayê tevlîbûneke xurt hebû. Endamê Desteya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar ji bo hesabpirsîna ji faşîzma AKP-MHP’ê bang li hilbijêrên li derveyî welat kir ku dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Kurdistanî û hunermendên li Ewropayê dijîn jî, ji gel xwestin li dijî zilmê dengê xwe bidin.

Dengdana li nûnertiyên derve û deriyên gumrukê, di 27’ê Nîsanê de destpê kir.

Li gelek welatan li navendên dengdanê qelebalix mezin hebû.

Li gorî hilbijartinên beriya niha, rêjeya tevlîbûnê ya roja destpêkê gelekî zêdetirbûn.

Li gorî daneyên Desteya Hilbijartinê ya Bilind YSK, li derveyî welat 3 milyon û 416 hezar û 98 hilbijêr hene.

Bi giştî li 73 welatan û li 156 nûnertiyan 5 hezar û 40 sindoqên dengdanê hatin danîn.

Ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê bi taybetî li Elmanya û Fransayê roja destpêkê rêjeya tevlîbûnê bilind bû.

Li gorî daneyan li Elmanyayê ji sedî 54.50, li Fransayê ji sedî 53.62, li Awûstûryayê ji sedî 40.52 tevlîbûn çêbû.

Gumruk ne di nav de, 27’ê Nîsanê 44 hezar û 59 deng hatin dayin.

Di vê navberê de li Berlînê AKP’î bi kîsên ku AKP li ser nivîsî bû dengê xwe dan û zorî li hilbijêran kirin.

Li Berlînê roja destpêkê zêdeyî 2 hezar û 600 kesî deng dan

Koordînasyona Berlînê ya Partiya Çepên Kesk hatin wergirtin, li Berlînê roja destpêkê 2 hezar û 657 kesî deng dan.

Derbarê hilbijartinan de endamê Desteya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar axivî.

Zubeyîr anî ziman ku li welêt pêvajoyeke krîtîk heye û wiha got,

“Li Ewropa û welatên din ên cîhanê em di nava vê pêvajoyê de ne.

Belê em li vir in, lê belê parçeyekî me li welêt û xaka me ye. Bûyerên li wir diqewimin yekser bandorê li me dikin.”

Zubeyîr Aydar: Bi dengê xwe divê em tola komkujiyan hilînin

Zubeyîr Aydar diyar kir rejîma bi serokatiya Erdogan bi salan e xwîna me dirijîne, me dikuje û got:

“Bi taybetî di 8 salên dawî de yanî ji sala 2015’an û vir ve li Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê, tevahiya Kurdistan kiriye gola xwînê. ”

Endamê Desteya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar dawiyê destnîşan kir ku armanca destpêkê hesabpirsîna ji vê rejîmê ye û bang li gel kir ku biçin dengdanê û dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.

Gel û Hunermendên li Ewropayê bang kirin: Dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk

Kurdistanî û hunermendên li Ewropayê dijîn jî, ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê axivîn û piştgiriya xwe ya ji bo Partiya Çepên Kesk ragihandin.

Hunermend û Kurdistaniyan bang kirin ku biçin ser sindoqan û li dijî zilmê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.

Back to top button