Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş bertek nîşanî operasyona binçavkirinê da û got:”Ev komploya hevpar a Qesrê, Soylû û Bozdag e.”
Têkildarî operasyonê, Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ku girtiye, daxuyaniyek da.
Selehattin Demîrtaş binçavkirin û girtina rojnamevan, hiqûqzan, siyasetmedar û nûnerên rêxistinên sivîl şermezar kir û bertek nîşan da.
Demîrtaş diyar kir pir eşkere ye, ev operasyona li dijî hilbijartinê bû û wiha got:
Bila her kes bawer bike ev komploya hevpar a Qesrê, Soylû û Bozdag e.
Ji ber ku Soylû û Bozdag bi xwe jî namzet in.
Lê belê ji bo ku rikberên xwe tasfiye bikin rayeya wezaretiyê bikar tînin, dijhiqûqî karûbaran dikin.”