Parlamena Yekîtiya Ewropayê konferansa “pirsgirêka Kurd” li Tirkiye û Rojhilata Navîn li dar dixe

Nûçegihanê me ragihand ku wê îro li permalana Yekîtiya Ewropayê Konferansa 16’an li ser pirsgirêka Kurd li Tirkiyê û Rojhilata Navîn were lidarxistin.

Nûçegihanê me diyar kir ku, wê du rojan konferans bi rêve biçe û tê de mijarên Pirsgirêka Kurd li Rojihlata Navîn û çawa ev doz li Rojilhata Navîn û Ewropayê tê destgirtin, werin nîqaşkirin.

Her wiha da zanîn ku li kêleka gelek kesayetên Kurd wê ji Rêveberiya Xweser hejmarek nûner û bi qasî 12 Perlemanterên Ewropî jî amade bibin.

Li gorî agahiyên me bi dest xistine jî, wê êrîşên li ser Kurdan, qirkirin û dagirkeriya herêmên wan , xwedî cihekî taybet di konferansê de be.

Back to top button