Şerê li Xezayê 143 roj li pey xwe hişt

Di roja 143’an ya şerê li Xezayê de 90 kesên din hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahû diyar kir di navbera wan û Hemasê de lihevkirin pêk were jî ewê operasyona li dijî Refahê bikin.
Hat diyar kirin Artêşa Îsraîlê jî ji bo derxistina sivîlên li Xezayê planek amade kiriye.

Şevê din û îro li gelek taxên Xezayê şer û êrişên giran qewimîn.

Li gorî dezgehên ragihandinê yên Filistînê hêzên Îsraîlê ji bejahî û ezmanî gelek dever bombebarankirin.

Hat diyar kirin di êrişên li dijî avahiyeke li taxa Zeytûnê de 15 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Her wiha hate ragihandin li di êrişên li rojavayê bajêr de jî 10 kes hatin kuştin û hejmareke zêde birîndar bûn.

“Li Xezayê di nava 24 saetên dawiyê de 90 kesên din hatin kuştin”

Wezareta Tenduristiyê ya Hemasê jî encama şer û êrişên 24 seetên dawiyê eşkere kir.

Li gorî daxuyaniyê di êrişên hêzên Îsraîlê yên li dijî gelek deverên Xezayê de 90 kesên din hatin kuştin û 164 kes jî birîndar bûn.

Hate ragihandin di roja 143’an ya şer de hejmara kuştiyan derkete 29 hezar 782’an, ya birîndaran jî bû 70 hezar 43.

Netanhayû: Li hevkirin pêk were jî li dijî Refahê wê operasyon bê kirin

Li aliyê din operasyona Îsraîlê ya li dijî herêma Refahê jî di rojevê de ye.

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû duh têkildarî mijarê ji kanala CBS News re axivî.

Netanyahû diyar kir ku wî fermana operasyonê daye û wiha got,

“Ez nizanim em ê li hev bikin an na. Lê ger Hemas ji daxwazên xwe yên xeyalî vegere em ê bi pêş de biçin.

Em li hev bikin jî operasyon wê hinek bi derengî bikeve lê wê were kirin.

Eger li hevkirin nebe em ê operasyonê bi her awayî bikin. Divê em vê bi ser bixin, ji ber armanca me serketine.”

Ev daxuyaniya Netanyahû hemwextî destpêkirina hevdîtinên Amerîka, Îsraîl, Misir û Qeterê yên derbarê peymana agibestê û berdana dîl girtiyan ya li Dewhayê hate dayîn.

Artêşa Îsraîlê ji bo derxistina sivîlan ji Xezayê planek amade kiriye

Hat diyar kirin Artêşa Îsraîlê jî palaneke derxistina sivîlên li Xezayê amade kiriye.

Li gorî daxuyaniya ofîsa Serokwezîr Binyamîn Netanyahû Artêşa Îsraîlê ji bo derxistina sivîlên li Xezayê planek pêşkêşî Kabîneya Şer kiriye.

Lê derbarê sivîlên ku wê bên derxistin wê bibin kuderê bi cih bikin, agahî nehatiye parvekirin.

Konseya şer ya Îsraîlê plana alîkariya ji bo Xezayê erê kir

Berdevkê Serokwezîrê Îsraîlê Ofir Gendelman jî ragihand bi armanca pêşîlêgirtina buyerên dizî û talanê yên bakurê Xezayê û herêmên din plana alîkariya mirovî ya ji bo Xezayê hatiye erê kirin.

Her wiha Gendelman ku duh li ser hesabê xwe yê X daxuyanî da got,

“Artêşê, plana derxistina gel ya ji herêmên şer û plana operasoyna ku nêzîk dibe pêşkêşî kabîneya şer kir.”

Encama şerê Hemas û Îsraîlê rojane giran dibe

Back to top button