Engîn Sever: Wê 3 hezar kes li li ber CPT û Konseya Ewropayê çalakî li dar bixin

CPT’ê ragihand ku di meha Çileyê de çûye Tirkiyê lê neçûye Girtîgeha Îmraliyê.
Wê di 15’ê Nîsanê de li Strasboûrgê li ber CPT û Konseya Ewropayê 3 hezar kes çalakiya şermezarkirinê lidarbixe.
Hevserokê KCDK-E Engîn Sever têkildarî çalakiya axivî û got:
Wê gelê kurd bi çalakiya xwe peymek zelal bide û wê ji CPT bipirse; CPT ji Kurdan çi vedişêre?”

Di 10’ê Cotmeha 2023’yan de pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseri” hatibû destpêkirin, bi Newroza 2024’an re derbasî qonaxa duyemîn bû.

Di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava ku ji aliyê dostên gelê Kurd, siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen û hiqûqnasan ve hatiye destpêkirin, wê bi beşdariya 3 hezar kesî ji bo şermezarkirina tecrîdê li ber Komîteya Ewropa ya çalakiya rûniştinê bê lidarxistin.

CPT’ê ragihand ku di meha Çileyê de çûye Tirkiyeyê lê neçûye Girtîgeha Îmraliyê.

Ji bo vê jî çalakiya li pêşberî CPT’ê girîngiya wê zêde dike.

Engîn Sever: Wê 3 hezar kes beşdarî çalakiya şermezarkirinê bibin

Hevserokê KCDK-E Engîn Sever li ser armanc û çarçoveya vê çalakiyê, hejmar, profîla beşdaran û peyama çalakiyê, axivî û got:

“Em ê roja duşemê li ber Konseya Ewropayê çalakiya şermezarkirinê li dar bixin.

Wê 3 hezar kes beşdar bibin. Niha hemû plansazkirin û amadekariyên teknîkî li ber bidawîbûnê ne.

Ji gelek navendên Ewropayê dê çalakvan beşdarî vê çalakiyê bibin.

Her wiha dê parêzerên Rêber Abdullah Ocalan jî li wir cihê xwe bigirin.”

Engîn Sever: CPT ji Kurdan çi vedişêre

Engîn Sever li ser neçûyîna CPT ya Îmraliyê jî axivî û wiha got:

“Helbet CPT a girêdayî Konseya Ewropayê bêdengiya xwe didomîne.

Ya rast divê em li wir vê pirsê bikin: CPT çi ji Kurdan vedişêre? Li Îmraliyê çi diqewime?

Tenê wê rojê li ber CPT’ê xwepêşandanek nayê lidarxistin; wê bi awayekî hemwext li dewletên wekî Kanada, Awûstralya, Japonya, Qibris û Yewnanistanê çalakî bên lidarxistin.”

Engîn Sever: Divê her kes tevlî çalakiya Strasboûrgê bibe

Hevserokê KCDK-E Engîn Sever di dawiyê de, banga beşdariya çalakiyê kir û got:

“Divê em van têkiliyên qirêj ên ku divê em ji raya giştî ya cîhanê re eşkere bikin vebêjin.

Polîtîkayên krîmînalîzekirina gelê Kurd li dewletên Ewropayê hatine pêşxistin; li ser vê bingehê em bang li her kesî dikin ku tevlî çalakiya Strasboûrgê bibin.

Back to top button