Artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê gundên navçeya Eyn Îsa û herêma Efrînê topbaran kirin.
Îro di saetên şevê de, artêşa Tirk û çeteyên wê gundên Hoşan û Xaldiyê yên girêdayî navçeya Eyn Îsa bi moşek û hawinan topbaran kirin.
Vê şevê jî, artêşa Tirk û çeteyên wê, gundên Aqîbe û Soxinekê yê navçeya Şêrawayê bi dijwarî topbaran kirin.
Bi dehan moşek li li herdu gundan û derdorê ketin.
Têkildarî ziyana ti agahî nehatine bi dest xistin.
Her wiha navçeya Til Rifetê û gundên Şêx Hilal û Kefer Naya yên herêma Şehbayê bi dijwarî hatin topbarankirin.
Duh jî artêşa dewleta Tirk gundên navçeyên Şêrewa û Şerayê û herêma Şehbayê jî bi dijwarî topbaran kirin.
Li aliyekî din jî artêşa Tirk 6 moşek li gundê Til Ebîn ê bejahiya rojavayê Helebê xistin.
Moşek li navenda tenduristiyê ya gund jî ket û di encamê de ziyanên madî gihîştin navendê û milkên sivîlan.