Rêveberiya Xweser 21`ê Adarê weke betlane ragihand

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi boneya cejna Newrozê, 21`ê Adarê weke betlane ragihand. 

Li gorî biryara Rêveberiya Xweser ji derveyî saziya karê wan awerte ne wê dewam li tevahiya saziyên di 21’ê adarê de betlane bin.

 

Federasyona Sûriyê ya rêxistin û desteyên mafên mirovan daxuyaniyek havpar da

Bi boneya cejna Newrozê jî Federasyona Sûriyê ya rêxistin û desteyên mafên mirovan a ku ji 92 rêxistinan, navend û deste pêk tê daxuyaniyek havpar da.

Di daxuyaniyê de Newroz li gelê Sûriyê bi giştî û gelê Kurd bi taybet hat pîrozkirin.

Federasyona Sûriyê ya rêxistin û desteyên mafên mirovan hêvî kir ku nirxên Newrozê yên ku aştî, ewlehî û mirovahî rave dikin belav bibin.

Her wiha banga karê cidî û avêtina gavan ji bo gihaştina çareseriyek siyasî û aştiyane ji aloziya Sûriyê kir.

Back to top button