Mexrib: Aliyên Lîbî 6 postên serweriyê li hev par kirin

Di civînên aliyên Lîbî li Mexribê de, li ser dabeşkirina 6 postên ewlekariyê lihevkirin pêk hat.
Serokê hikumeta Wîfaqê Fayiz serac, ji bo mayîndebûna xwe, serçeteyên nêzîkî xwe, li dezgehên fermî yên ewlekariyê bicih dike.

Aliyên Lîbî yên li bajarê Bûzinîqa yê Mexribê ji bo çareserkirina aloziya Lîbyayê dicivin, li ser parkirina 6 postên serweriyê li hev kir.

Çavkaniyekê ji ajansa Spotnik re eşkere kir ku, ji nava 10 postan, 6 post di navbera Meclisa bilind e dewletê û Parlamanê de, hatin dabeşkirin.

Çavkaniyê diyar kir ku civînên li Mexribê bi rengekî erênî bi rê ve diçin û di encamêde gelek lihevkirin di navbera herdu aliyan de pêk hatin.

Serac, serçeteyên xwe li dezgehên ewlekariyê bicih dike

Li aliyekî din, serokê hikumeta Wîfaqê ya Ixwanî Fayiz Serac, çend serçeteyên alîgirên xwe, li ser dezgehin fermî yên ewlekariyê, bicih kirin.

Serac, duh Pêncşemê, serçete Imad El-Terabulsî weke cîgirê serokê pergala Istixbaratê erkdar kir, her wiha serçete Lutfî El-Herarî weke cîgirê serokê Ewlekariya Hindirîn destnîşan kir.

Ev herdu serçete, bi dijminahiya xwe ya li hember wezîrê Hindirîn ê hikumeta Wîfaqê Fethî Paşaxa tên naskirin û destnîşankirina wan bû sedema nîgeraniya çeteyên Misratayê.

Tê zanîn, ji bo serweriyê, di navbera Serac û Paşaxa de nakokî zêde bûne û herî dawî Serac biryara dûrxistina Paşaxa ji karê wî ragihandibû, lê ji ber têkiliyên Paşaxa bi dewleta Tirk re, Serac ji biryara xwe vegeriyabû.

Back to top button