Parlamenterê Swîsreyî Nîcolas Walder bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û got:
“Ev tecrîda ku rêbazeke êşkenceyê ye divê bi dawî bibe.
Divê Ocalan azad bibe.
ji ber ku tenê bi lîderekî ku xwedî hurmet û rewatiya gelê xwe ye aştî dikare pêk were.
Rêber Abdullah Ocalan zêdeyî 25 sal in li girtîgeha girava Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de ye .
Ev zêdeyî 3 sal in jî bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin.
Di serî de Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ,saziyên erkdar ên navneteweyî bi bêdengiya li hemberî tecrîdê dibin
]şirîkê vî sûcî.
Yek ji kesên ku li ber sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê radibe Parlamenterê Swîsreyî Nîcolas Walder e.
Nîcolas Walder têkildarî tecrîda li Îmraliyê û girîngiya azadiya Abdullah Ocalan ji ANF’ê re axivî.
Nîcolas Walder: Tecrîd êşkence ye û li dijî hiqûqa navneteweyî ye
Parlamenter Nîcolas Walder şert û mercên dîlgirtinê yên Abdullah Ocalan di nav de ye weke tecrîdeke siyasî nirxand û got,
“Armanc ji vê tecrîdê ew e ku nehêle Ocalan xwe îfade bike û bi demê re enerjiya wî têk biçe.
Tecrîd rêbazeke êşkenceyê ye. Tecrîdkirina mirovekî bi rengekî eşkere êşkence ye. ”
Nîcolas Walder: Eger pirsgirêk nebûya wê CPT rapora xwe biweşanda
Nîcolas Walder da zanîn ku CPT rapora xwe ya li ser Îmraliyê neweşandiye û got:
“Dawiya dawî CPT wê neçar bimîne ku vê raporê biweşîne.
Eger ev rapor heta niha nehatibe weşandin dibe ku sedema wê ew e ku rewşeke bi pirsgirêk heye.
Eger bi rastî jî rapor bi kêrî hikumeta Erdogan bihata wê zûdeyî hatibûya weşandin. ”
Parlamenter Nîcolas Walder Rêber Abdullah Ocalan di çareseriya pirsgirêka Kurd de weke aktorê bingehîn nirxand.
Nîcolas Walder: Divê Swîsre hişyariyê bide Tirkiyê
Parlamenter Nîcolas Walder herî dawî ev peyam da:
“Ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan divê Swîsre bi berpirsyarî rabe .
Bi rêya danûstandin, hevdîtin û têkiliyên xurt ên dualî divê Swîsre bi berpirsyarî rabe ku berpirsyariyên Tirkiyê bîne bîra wê.”