Ercan Yilmaz: Tecrîd li Tirkiyê dibe sedema krîzê

Serokê Şaxê Amedê yê ÎHD’ê Ercan Yilmaz, anî ziman ku sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê li Tirkiyeyê dibe sedema krîzê û got:
“Mafên Ocalan ên gerdûnî ji aliyê dewletê ve tên binpêkirin.
Dîsa sînordarkirineke keyfî û daîmî ya hevdîtina malbat û parêzeran tê pêk anîn.
Ev hemû li dijî qanûnên navxweyî û navneteweyî ne.”

Serokê Şaxê Amedê yê ÎHD’ê Ercan Yilmaz li ser tecrîda girankirî ya Îmrali ji ANF’ê re axivî.

Ercan Yilmaz, diyar kir ku sîstema tecrîdê ya bênavber ku 25 sal in li ser Rêber Adullah Ocalan tê ferzkirin, ne li gorî hiqûqa navxweyî ya Tirkiyê û ne jî li gorî normên hiqûqî yên gerdûnî ye û got:

Ercan Yilmaz: Mafên Ocalan ên gerdûnî ji aliyê dewletê ve tên binpêkirin

“Ev 25 sal in ku Abdullah Ocalan radestî Tirkiyê hatiye kirin.

Mafên Ocalan ên gerdûnî ji aliyê dewletê ve tên binpêkirin.

Ji bo vê jî girtiyên ku ev 25 sal in di girtîgehên Tirkiyê de ne bi awayekî periyodîk li dijî vê helwest nîşan didin û çalakiyên wiha dikin.

Em careke din dibêjin, beriya ku ev yek li Tirkiyê hê bêhtir bibe sedema binpêkirina mafên mirovan, hîn bêhtir windahiya can pêk werin û alozî mezin bibe, divê dawî li polîtîkaya tecrîdê were anîn.”

Ercan Yilmaz diyar kir ku wan wekî ÎHD’ê gelek caran ji bo tecrîda heyî li Wezareta Edaletê danê û got:

“Weke ÎHD’ê me gelek caran ev pirsgirêk xist rojevê û me serî li Wezareta Edaletê da.

Ji bo şert û mercên li Îmraliyê bên lêkolînkirin û bi girtiyên li wir re hevdîtinê bikin serlêdan hatin kirin.

Me di sê mehên dawî de du caran serlêdanên bi heman rengî kirin, lê ti bersiv ji me re nehat.”

Ercan Yilmaz: Li îmraliyê binpêkirineke bênavber heye

Serokê Şaxê Amedê yê ÎHD’ê Ercan Yilmaz di dawî de da zanîn ku ev pêkanînên tecrîdê li Tirkiyê bûye sedema krîzê û got:

“Qanûna Înfazê ji bo girtî û hikumxwaran hin maf dane hene.

Abdullah Ocalan ev 25 sal in girtî ye, bi telefonê çend caran ligel malbatê axiviye bi hejmar 5 caran derbas nake.

Mafê şandina nameyan û girtina nameyan ev 25 sal e tên desteserkirin.

Dîsa sînordarkirineke keyfî û daîmî ya hevdîtina malbat û parêzeran tê pêk anîn.

Ev hemû li dijî qanûnên navxweyî û navneteweyî ne.”

Parlamenterê Swîsreyî Nîcolas Walder derbarê tecrîdê de axivî

Back to top button