Cejna Çarşema Serê Nîsanê ya Feqîran doh, bi şêwazên cûda li Şengalê tê pîrozkirin.
Li Kersê, Solax û Tilizêrê welatî bi gerandina govendê û serdanan cejnê pîroz dikin.
Cejna Çarşema Serê Nîsanê ku yek ji cejna herî nav û deng a Êzidiyane û weke, ‘Çarşema Sor’ jî tê zanîn, doh li Şengalê hate pîrozkirin.
Doh yekemîn cejna Çarşema Serê Nîsanê li gelek deverên Şengalê bi serdanên malan, destpê kir.
Zarok û mezin cilên gelêrî yên xwe li xwe kirin, hêkên dinyayê temsil dikin û hatine reng kirin û kelandin, tên şikandin.
Şekrok û şîrînî tên îkram kirin. Kûlîlkên Sor ên Nîsanê jî li deriyên malên xwe dixin.
Her wiha xelk serdana Mezargehan û şehîdgehê jî dikin.
Piştî danê sibehê xelk serdanên hevkirin, piştî nîvro li cihên navendî kombûn û govendê gerandin.
Şahiyên Çarşema Serê Nîsanê li Solaxa Şengalê, Baxçê Serokatî yê li Geliyê Kersê û li Tilizêrê bi gerandina govendê hate pîrozkirin.