Kombûna Jinan a Zenûbiya,Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê,Hevserokên Giştî yên KCD, DEM Partî û DBP’ê Cejna Remezanê pîroz kirin hêvî kirin ku ev cejn bibe wesîleya aştî, aramî û çareserkirina tevahî pirsgirêkan.
Bi boneya Cejna Remezanê Kombûna Jinan a Zenûbiya peyamek weşand û cejin li Malbatên Şehîdan û tevahî gelê Sûriyê Pîroz kir.
Naveroka peyamê wiha ye:
”Bi hatina Cejna Remezanê re em germtirîn pîrozbahî û daxwazên xwe yên ji dil pêşkêşî hemû netewa îslamî bi giştî û gelê Sûriyê bi taybetî her wiha ji dayîk, hevjîn û zarokên şehîdan dikin.
Hêvîdarin ev cejn bibe cejna rizgariya Sûriyê ji aloziyê û azadî, aramî û ewlekarî li welatê me bi ser bikeve û hemû deverên me yên dagîrkirî rizgar bikin.”
MKG: Em hêvî dikin ev cejin bibe wesîleya azadiya çapemeniyê
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) jî bi boneya Cejna Remezanê li ser rûpela xwe ya twittirê peyamek parve kir.
MKG di peyaman xwe de got:”Bi wesîleya vê cejnê em hêvî dikin ku di serî de kedkarên çapemeniyê yên di girtîgehan de û her kes cejneke bi aştî û bi bextewarî derbas bikin.”
Di dewamiya peyamê de wiha hat gotin: “Em wekî Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) hêvî dikin ku Cejna Remezanê ji bo hemû mirovahiyê aştî, aramî û bextewariyê bîne.
Em bawer dikin ku ev cejn wê bi taybet di qada azadiya ravekirin û azadiya çapemeniyê de li dijî zehmetiyên tên kişandin, bibe sedema hişyariyê.
Em hêvî dikin ku Cejna Remezanê rihê piştevaniyê xurt bike, têkoşîna me ya azadiya çapemeniyê û Wekheviya zayendiya civakî xurtir bike.
Peyama hevserokên giştî yên DEM Partî û DBP’ê
Hevserokên Giştî yên DEM Partî û DBP’ê bi heman boneyê peyamên pîrozbahiyê weşandin û daxwaza pêşerojeke wekhev, adilane û azad kirin.
Peyama Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê wiha ye:
“Em Cejna Remezanê li temamê civaka îslamê pîroz dikin.
Hêvî dikin ku bibe wesîleya edalet, azadî, aştî û xêr û berê.
Pêvajoya hilbijartina çûyî nîşanî me da ku gelên Tirkiyeyê êdî jiyaneke wekhev û adilane dixwazin, şer û pevçûn û kedxwariyê naxwazin.
Me bi hev re hêviyên xwe mezin kirin. Em bawer dikin ku piştgirî û pevrebûna me dê di pêvajoya pêşiya me de xurttir derkeve pêş.
Em Cejna Remezanê pîroz û bimbarek dikin, hêvî û armanca me ew e ku têkoşîna aştî û azadiyê ya li welatê me û li çar aliyên cîhanê bigihije serfiraziyê.”
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar jî Cejna Remezanê pîroz kir û hêviya pêşerojek wekhev û azad kir.
KCDK-E: Di vê cejnê de yekitiya netewî û ruhê hevpar ê hevgirtinê xurtir bikin