KCDK-E, Konfederasyona Civakên Kurdistanê li Almanyayê KON-MED, Komeleya Malbatên Şehîd û Windahiyan KOMAW bi wesîleya Cejna Remezanê daxuyani dan û gotin: “Divê em vê cejnê bi xurtkirina yekîtiya neteweyî û ruhê hevgirtina hevpar a hemû gelê xwe, li dijî dagirkeran rawestin.
Ji bo mezinkirina pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Apo weke firsendekê bi kar bînin.”
Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê KCDK-E, Konfederasyona Civakên Kurdistanê li Almanyayê KON-MED, Komeleya Malbatên Şehîd û Windahiyan KOMAW bi daxuyaniyên cûda Cejna Remezanê li alema îslamî pîroz kirin.
KCDK-E’yê di daxuyaniya xwe de hêvîkir ku cejna remezanê bibe wesîleya yekîtiyê û got:
“Cejn rojên ku ji baweriyên cuda ruhê xwe yê hevgirtinê zêde dikin, birînên xwe derman dikin.
Hevgirtina wan û berdewamiya seferberkirina hemû çavkaniyên xwe li dijî xizaniya ku bandorê li mîlyonan dike.
Di vê Cejna Remezanê divê em xwedî gelê xwe yê hewcedar ên i herçar parçeyên Kurdistanê derkevin.
Di vê cejnê de yekitiya netewî û ruhê hevpar ê hevgirtinê xurtir bikin.”
KCDK-E di dawiya daxuyaniya xwe de got cejnê weke firsendekê bikar bînin da ku bi wesîleya cejnê pêngava ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, bigihînin hemû gelan.