KON-MED û KOMAW’ê cejna Remezanê li gelê Kurd pîroz kir

KON-MED’ê Cejna Remezanê li tevahî alema Îslamê, di serî de li Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha got: “Armanca sereke ya têkoşîna me ewe ku em cejnê ji destdirêjî û ji hişê koletiyê rizgar bikin.”

Konfederasyona Civakên Kurdistanê li Almanyayê (KON-MED) bi boneya Cejna Remezanê daxuyaniyeke nivîskî da û got:

“Gelê me bi dehan salan e ji bo azadiyê têdikoşe û berdêlên mezin ji rumeta xwe daye.

Dewletên mêtinger li welatê me Kurdistanê li ser gelê me qirkirina siyasî, çandî, civakî û aborî her ku diçe pêş dixîne.

Gelê Kurdistanê tu carî vê cîhana ku ji kelha zilmê ve li ser navê Îslamê hatiye avakirin qebûl nake.

Armanca sereke ya têkoşîna me ew e ku em cejnê ji destdirêjî û ji hişê koletiyê rizgar bikin.

Komeleya Malbatên Şehîd û Windahiyan jî KOMAW jî Cejna Remezanê ya alema îslamî pîrozkir û got:

” Mîna di her cejnê de di van cejnan de jî em hêvî dikin ku cejn ji bo gelê Kurdistanê û tevahiya gelên cîhanê bibe wesîleya jiyaneke hevpar a demokratîk, azad û aştiyane.”

Kongreya Îslama Demokratîk bi boneya cejnê peyamek da

Back to top button