HPG’ê Sarya Erez Dersim bi rêzdarî bi bîr anî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya şehîdek xwe eşkere kir.
HPG’ê gerîlaya şehîd bi rêzdarî bi bîr anî û got: “Hevrêya me Sarya Erez Dersim Bi tevlîbûna xwe ya bi coş û sekna xwe ya dilnizm, bû yek ji mînakên herî baş a mîlîtaniya Apoyî.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya şehîd Sarya Erez Dersim eşkere kir.

HPG’ê sersaxî ji malbata şehîd re xwest û ev tişt derbarê kesayet û têkoşîna wê de got:

“Hevrêya me Sarya li Amedê di nava malbateke welatparêz de hat dinê.

Lewma têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya partiya me PKK’ê tê meşandin, pir zû nas kir.

Hevrêya me rastiya Kurdistanê û polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewletê tevî temenê xwe yên ciwan ferq kir û her tim ket nava lêgerînê.

Sarya Dersim armanc kir ku kesayeta xwe ya serhildêr û berxwedêr a Amedê, bi exlaqê azadiyê û îdeolojiya Rêber Apo re bike yek.

Hevrêya me ji bo pratîzekirina her tiştê ku xwendî û fêm kirî, çiyayên Kurdistanê dibîne.

Demek diyar li qada Bakur di nava xebatên ciwanan de cih digire û ji bo tevlîbûneke hîn baştir ket nava hewldanan.

Sala 2013’an ji Mêrsînê tevlî nava refên gerîla dibe û berê xwe dide çiyayên Kurdistanê.

“Hevrêya me ji bo paradîgmaya Rêbertî zindî bike, bi ruhekî fedayî tevlî bû”

Sarya ji bo paradîgmaya Rêbertî zindî bike, bi ruhekî fedayî tevlî bû.

Hevrêya me ku ji Zagrosan heta Şengalê di her qada pêwîst de xwedî tevlîbûneke çalak bû, di pratîka şer a dijwar de ku tê de cih girt, tecrûbeyeke girîng bi dest xist.

Li dijî çeteyên DAÎŞ’ê ku li hemberî gel û jinên me yên Êzidî bi taybetî li herêma Şengalê êrîşeke qirkirinê pêk anî, bû xwedî têkoşîneke bênavber.

Bi tevlîbûna xwe ya bi coş û sekna xwe ya dilnizm, bû yek ji mînakên herî baş a mîlîtaniya Apoyî.

Li gorî daxuyaniyê agahiyên derbarê nasnameya Şehîd de wiha ye:

Nasnav: Sarya Erez Dersim
Nav û Paşnav: Rêzan Çakar
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik: Nedret
Navê Bav: Şêxmûs
Cih û Dîroka Şehadetê: 23’yê Adara 2019’an/Herêmên Parastinê yên Medyayê

Back to top button