QSD salvegera 5. a rizgarkirina Baxozê pîroz kir

Bi buneya salvegera 5’an a rizgarkirina Baxozê, QSD’ê li Dêrazorê şahiyek li dar xist.
Ji fermandarên QSD’ê Luqman Xelîl diyar kir ku xetereya DAIŞ’ê ya li ser herêmê dewam dike û got; Dewleta Tirk a dagirker bi êrişên li ser herêmê dixwaze DAIŞ’ê zindî bike.

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê bi şahiyekê salvegera 5’an a rizgarkirina Baxozê pîrozkir.

Şahî li bargeha El-Omer ya LI Dêrzorê hate lidarxistin.

Fermandarên QSD’ê, Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê, şêx û rûspiyên eşîrên Dêrazorê, endamên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Dêrazorê û şandeyek ji Koalîsyona Navneteweyî beşdarî pîrozbahiyê bûne.

“Êrişên dewleta Tirk ji bo zindîkirina DAIŞ’ê didomin”

Di pîrozbahiyê endamê Fermandariya Giştî ya QSD’ê Luqman Xelîl axivî û rizgarkirina Baxozê li gelên herêmê pîroz kir.

Xelîl bal kişand ser xetereya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha axivî:

“Rast e me DAIŞ di aliyê erdîngarî de bi dawî kir, lê gefên şaneyên wê hîna hene.

Dewleta Tirk a dagirker jî bi dewamiya êrişên li ser herêmê dixwaza DAIŞ’ê zindî bike.”

Xelîl berxwedana pêkhateyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybet fedakariyên ku xelkê Dêrazorê dane, silav kirin.

Xelîl bang li hêzên navneteweyî kir ku erkên xwe yên bidawîkirina xetereya DAIŞ’ê pêk bînin û girîngiya darizandina DAIŞ’ê jî destnîşan kir.

Dawiyê Fermandarê QSD’ê Luqman Xelîl bal kişand ser kombûna gel a li derdora QSD’ê û peyama pêkhateyên herêmê hevgirtî ne, da aliyên ku hewl didin fitneyê di navbera pêkhateyên herêmê de derxin.

Her wiha yek ji fermandarên YPJ’ê Bêrîtan Qamişlo jî rizgarkirina Baxozê li gelên herêmê pîroz kir.

Şahî bi gerandina dîlanê bi dawî bû.

Back to top button