Li Almanya, Fransayê, Îngilistanê û Swêdê jî bi dehhezaran bi daxwaza azadiya fîzîkî a Rêber Apo li hev kom bûn.
Li gelek bajarên Ewropayê jî Kurdistanî û dostên wan herikîn qadan û bi pîrozbahiyên bi heybet Newroza îsal pîrozkirin.
Li bajarê Frankfûrt yê Almanyayê bi deh hezaran bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ li hev kom bûn.
Li qadê teknîka şer a nû ya HPG’ê ya li dijî balafirên bêmirov SÎHA’yê jî bi dirûşmeyan hate slavkirin.
Ji bo pîrozbahiya Newroza 2024’an li Fransayê jî bi hezaran welatî herkîn qada şahiyê.
Kurdistanî û dostên wan yê bi coşeke mezin beşdarî pîrozbahiya Newroza li Îngilistanê bûn, gotin:
”Em tu carî rê nadin xiyanet, hevkarî û dagirkeriyê.
Gerîlayên Kurdistanê bersiva pêwîst dide dewleta Tirk a dagirker û dijminê jinan û gelê Kurd.
Her wiha li bajarê Orebro yê Swêdê jî bi dirûşmeya “Ji Rêber Apo re azadî, ji Kurdistanê re statu” Newroz hate pîrozkirin.