Êrişa li Rûsya: 133 qurbanî û 100 jî birîndar

Duh li paytexta Rûsyayê Moskovê li dijî Eywana Konserekî êrişek çekdarî hat kirin.
Di êrişê de, 133 kes hatin kuştin, 100 kes jî birîndar bûn.
DAIŞ’ê ew êriş girte ser xwe.
Her wiha hate ragihandin yek ji çeteyên ku beşdarî êrişa terorî bûye ji Tirkiyê derbasî Rûsya bûye.

Duh di saetên şevê de li dijî Eywana Konserê ya Şaredariya Crocusê ya paytexta Rûsyayê Moskowê êrişa çekdarî pêk hat.

Her wiha piştî komkujiyê erişkaran avahiya eywana konserê dan ber agir.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Rûsyayê di êrişê de 133 kesan jiyana xwe ji dest dan û 100 kes jî birîndar bûn.

Wezaretê da zanîn rewşa hin birîndaran girane.

Komîteya Lêpirsînê ya Rûsyayê jî bi daxuyaniyekê ragihand dibe ku hejmara miriyan zêde bibe.

Li gorî agayiyan qurbanî hem karmend û hem jî mêvanên avahiya Şaredariya Crocus ê li bakurê rojavayê Moskowê ne.

Hat diyarkirin ku êrişkar ji cihê bûyerê reviyane.

KCK’ê ,Rêveberiya Xweser û MSD’ê êrişa li Mosko şermezar kirin

Back to top button