Li Efrînê çeteyên dewleta Tirk a dagirker welatiyek revandin

Di çarçoveya rêzesûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wî yên li dijî şêniyên Efrînê de, çeteyan welatiyek din revandin.

Li gorî çavkaniyên xwe cîhî yên li Efrînê, şeva bûrî welatiyê bi navê Mihemed Hesen Hesen ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hat revndin.

Heman çavkaniyê diyarkir ku Mihemed ji gundê Mazin ê Şêrawayê û dema ew li mala xwe ya li taxa Eşrefiyê ya Efrîna dagirkirî bû, ji aliyê çeteyan ve hat revandin.

Heta niha nehatiye zanîna bê ka çete ew bi kur ve revandin.

Ji dema Efrîn ji aliyê Dewleta Tirk ve hatiye dagirkirinr, revandin û gelek kiryarên dij mirovî li wir rû didin û kiryarên revandina mirovan her dewam dike.

Back to top button